Hamas: Ger ku cîhan mesulîyetên xwe negire ser xwe, Xezze dê dîsa rastî xelayê bê

Berdevkê Tevgera Hamas Ebdulletîf El-Kanû hişyarî da ku dê di çend rojên pêş de madeyên xwarinê û kelûpelên bingehîn li Xezzeyê biqedin.

Kanu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê di çend rojên bê de li Xezzeyê madeyên xwarinê û kelûpelên bingehîn biqedin û ev yek ew ê mexdûrîyeta xelkê zêdetir bike û krîza wan kûrtir bike.

Kanu da zanîn ku gelên li Xezzeyê di bin dorpêçeke giran de ne ku ketiye hefteya duyemîn û hêzên îşxalker bi astengkirina hatina erzaq, derman, sotemenî û pêdiviyên jiyanî sûcekî nû yê birçîbûnê dikin û got, "Eger civaka navneteweyî mesulîyetên xwe yên li hemberî Xezzeyê bi cih neyne, gelê me wê dîsa di vê meha Remezanê de bi birçîbûnîyê re rû bi rû bimîne."

Kanu her wiha bang li navbeynkaran kir ku bila li ser sîyonîstan zextên xwe zêde bikin ku bila derîyên sînor vebikin, alîkarîyên însanî temîn bikin û dev ji polîtîkaya cezakirina komî ya gelê me berde. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno