HAMAS: Heta ku êsîrên Fîlîstînê nê berdan wê êsîrên leşker ên îşxalkeran neyên berdan

Endamê Biroya Siyasî ya HAMASê û mesulê dosyaya êsîran Zahir Cebbarin got, "îsraîl, heta ku esîrên Filistînî bernede ew ê nikaribe leşkerên xwe berde."

Zahir Cebbarîn di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku ew amade ne sivîlên ku li Xezzeyê di destê HAMASê de ne serbest berdin.

Cebbarîn di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Em amade ne ku hemû rehîneyên sivîl dema ku şert û mercên ewlehiyê baş bin serbest berdin. Lêbelê, serbestberdana her rehîneyan ji bilî leşkerên israîlî divê hevdem ligel berdana girtiyên Filistînî yên di zindanên îsraîlî de pêk were.

Çawa ku rehîneyên me yên îsraîlî hene, di destê wan de jî êsîrên Filistînî hene. Zêdetirî 6 hezar girtiyên Filistînî di girtîgehên welatên îşxalkirî de hene ku hinek ji wan zêdetirî 43 salan cezayê hukmê dikişînin. Bi sedan, heta bi hezaran, Filistînî cezayê heta dawîya emrê xwe distînin. Îsraîl heta ku girtiyên Filistînî bernede wê nikaribe leşkerên xwe berde.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno