HAMAS: Heta ku êsîrên Filistînî neyên berdan ew ê bi îşxalkeran re mizakere neyê kirin

Tevgera Berxwedana Îslamî yê Filistînê (HAMAS), daxuyand ku heta êsîrên Filistînî neyên serbestberdan ew ê an bi rasterast an jî navbeynkarîya navçîyan wê bi rejima îşxalker re tu hevdîtinek neyê kirin.

Mahmud Merdawîyê ji rayedarên HAMASê ye, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li hember serbestberdana 6 êsîrên sîyonîst heta ku êsîrên Filistînî neyên berdan ew ê bi rejima sîyonîst re ti mizakereyek neyê kirin.

Merdawî, bal kişand ku divê navbeynkaran (Misir û Qeter) zorê bidin ser rejima îşxalker ku bila şertên peymanê bicîh bîne.

Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îzzet er-Rîşk jî taloqkirina serbestberdana êsîrên Filistînîyan wek “nîşana polîtîqayên dûrketina ji waadan û birin û anîtina pêvajoyê ye.”

Rîşk, destnîşan kir ku îddîayên rejima îşxalker a derheqê pêvajoya teslîmkirina êsîran de ku “bi bernameyên biçûkxistinê û ji bo propagandayê wek armancek tê bikaranîtin” rastîyê nîşan nade.

Di serbestberdana êsîran de herî dawîn HAMASê 6 êsîrên sîyonîst berda lê hêna jî rejima îşxalker Filistînîyên êsîran bernedaye.

Hatibû destnîşankirin ku ew ê li hember 6 sîyonîstan wê 620 Filistînî bêne berdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin