HAMAS: Îddîayên “nexweşxane wek cîhê leşkerî tênê şixulandin” yê Emrîqayê bi temamî derew in

HAMAS, destnîşan kir îddîayên nexweşxane û dibistan wek cîhên leşkerî tênê şixulandin yê Emrîqayê îşxalker “Bi temamî derew in”.

Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê HAMAS derheqê meseleyê de daxuyanyekî niviskî belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Îddîayên Pentagonê ku dibêje HAMASê Nexweşxaneya Şîfayê wek cîhên leşkerî dixebitîne û dûre jî Wezareta Karên Derve yê Emrîqayê jî heman tiştê dibêje dereweke eşkere ye û çîrokekî dûbare ye. Ev derew jî bi êrîşkirina leşkerên sîyonîstan ji Nexweşxaneyên Şîfa û Rantîsîyê re derket holê. Nedengdayîna ji banga me ya ku me xwestibû bila ji bo lêgerînê ji teref Neteweyên Yekbûyî û sazîyên navneteweyî ve komîteyekî bê sazkirin nîşan dide ku bireveberîya Emrîqayê jî mesulîyet û hevkarîya xwe ya ji îşxalê re didomîne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno