HAMAS: îsraîl bi qestî agirbestê îxlal dike û ev didomîne

HAMASê, destnîşan kir ku ew bi agirbesta li Xezzeyê re bi temamî girêdayîne, û daxuyand ku rejima îşxalker bi qestî agirbestê îxlal dike û vê îxlala xwe jî didomîne.

Berdevkê HAMASê Hazîm Qasim weha got, “îsraîlê sîyonîsta îşxalker, polîtîkaya xwe ya îxlalkirina agirbestê bi israrî didomîne.”

Qasim îfade kir ku êsîrên zindî yên ku li Xezzeyê ne di carekî de hatin teslîmkirin, û îfade kir ku HAMASê bi agirbesta li Xezzeyê re bi hemû hûrgilîyên wî ve girêdayî ye.

Hazîm Qasim, îfad ekir ku ew “Ji bo teslîmkirina hemû cesedê êsîrên îsraîlî her roj dixebitin.” Ji ber ku rejima sîyonîst êrîşê Xezzeyê kirîye û wêranîyekî mezin çêkirîye di warê teslîmkirina cesedan de zehmetîyên gelek ciddî têne kişandin.

Bal hat kişandin ku rejima îşxalker herêmên êsîran bi qestî bombebaran dikir.

Di berdewama daxuyanîyê de weha got, “Alîgirên ku dixwazin bila li herêmê sikûnet berdewam bike, ji bona ku îsraîla îşxalker mesulîyeta xwe bicîhbîne zextê bidin ser.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno