HAMAS: Îşxalkeran peymanên qismî û pêşnîyazan pêşkêş kirin

Ji serokê HAMASê Abdurrahman Şedîd got, “Me ji navbeynkaran re jî gihand û bi zelalî îfade kir ku divê ji hemû merhaleyên agirbestê re rîayet bê kirin û em peymanên qismî qebûl nakin.”

Ji serokê HAMASê Abdurrahman Şedîd, êrîşên rejima sîyonîst a li dijî Xezzeyê, bi zelalî nîşan dide ku tu eleqeya wan bi agirbest û sekinandina pevçûnan re tineye.

Şedîd, di daxuyanîya ku da de, weha got:

“Hêzên îşxalker, dixwaze ku di sehayê de zextên nû bide ser me û xebatên navbeynkaran a di warê sekinandina herbê de beredayî bike.

Ji bona ku peymana agirbestê bê bicîhanîtin em 24 seat bi navbeynkaran re di nav têkilîyê de ne.

Hêzên îşxalê, bi navbeynkaran ve ji me re peymanên qismî û pêşnîyazên ku herbê dawî nake şandine.

Me ji navbeynkaran re jî gihand û bi zelalî îfade kir ku divê ji hemû merhaleyên agirbestê re rîayet bê kirin û em peymanên qismî qebûl nakin.

Berxwedan, heger şertên sehayê munasîbbe xwedî kapasîteya bersivdayîna ji êrîşdarîya rejima sîyonîst e.”

Xeyn ji vê daxuyanîyê Abdurrahman Şedîd îfade kir ku rejima îşxalker bi pêşnîyarên qismî dixwaze ku ji xwe re wext bide qezenckirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno