HAMAS: Li Xezzeyê di bin sîya bêdengî û aczîyetê de paqijîya nîjadî tê kirin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, destnîşan kir ku êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Nexweşxaneya Kemal Advanê û bakurê Xezzeyê paqijîya nîjadî ye.

Ji teref HAMASê ve daxuyanîyeke bi niviskî hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku êrîşên rejima sîyonîst ku li bakurê Xezzeyê û Nexweşxaneya Kemal Advanê hedef digrin wek, “sûcên ku di dîroka însanîyetê de weka wî nehatîye dîtin” wesifand.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa qaşo yê rejima îşxalker, li herêmên Cîbalîye û Beyt Lahîyayê bi sîstematîkî xerakirinên xwe didomîne, bal hat kişandin ku êrîşên ku têne kirin li navenda sitargehan, dibistan û bi taybetî li ser Nexweşxaneya Kemal Advanê zêde bûne.

Hat îfadekirin ku îşxalkeran ji bona ku nexweşxane bê valakirin tehdîdan dikin, ev tehdîdan jî “Di bin sîya bêdengî û aczîyetê de, paqijîyekî nîjadî ya ku di dîrokê de tiştekî weka wî nehatîye dîtin û sûcekî ku bi zorê ji cîhê xwe tê kirin e.”

Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advanê Husam Ebû Safîyye, îfade kiribû ku rejima sîyonîst a îşxalker ji roja Şemîyê vir ve bênavber nexweşxaneyê hedef digre û li nexweşaneyê jî beşên jidayîkbûnê û welidîbûnê hedef digrin.

Ebû Safîyye weha axivîbû, “Dinya hemû me dibihîsin, feqet mixabin bangên me bêbersiv dimînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar