HAMAS: Me li ser peymana çarçoveyê li hev kir

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, daxuyand ku ew bi temsîlkarê Emrîkayê Steve Witkoff re li ser çarçoveya peymanekî ku pêşnîyaz dike ew ê agirbestekî bê îlankirin li hev kirine, derheqê vê çarçoveyê de li hêvîya bersiva dawîn in.

Tevger di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de, îfade kir ku ji bo herba wehşîyane ya li dijî Xezzeyê bidin sekinandin xebateke mezin li dar dixin.

Hamasê îfade kir ku di vê çarçoveyê de bi temsîlkarê Emrîkayê Steve Witkoff re li ser peymanekî “Agirbestekî mayînde bê temînkirin, hêzên îşxalê bi temamî ji Xezzeyê vekişin, alîkarî bêne şandin û bi tevî îlana peymanê karên herêmê ji teref komîteyekî pispor ve bêne îdarekirin.” Li hev kirine.

Tevger, îfade kir ku di peymanê de, bi navbeynkarîya navbeynkaran “Ew ê deh êsîrên îsraîlî û hinek cesed bêne serbestberdan û li hember vêya jî hejmara ku hatîye diyarkirin êsîrên Filistînî bêne serbestberdan.”

HAMASê, ragihand ku derheqê vê çarçoveyê de li hêvîya bersiva dawîn in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno