HAMAS: Mizakereyên agirbestê bi erênî pêşve diçin

HAMASê ragihand ku mizakereyên bi welatên navbeynkar re li Dohaya paytexta Qeterê ji bo agirbesta li Xezzeyê têne kirin bi erênî dewam dikin.

Berdevkê HAMASê Hazim Kasim di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku HAMAS ji bo pêkanîna hemû merhaleyên pêvajoya agirbestê bi navbeynkaran re pêvajoya muzakereyê ya "erênî û mesulî" dimeşîne.

Kasim diyar kir ku HAMAS ji bo bidestxistina mafên gelê Filistînê yên wekî rawestandina êrîşên îşxalê, vekişîna îşxalkeran ji Xezzeyê û ji nû ve avakirina Xezzeyê dixebite.

KANê çapemeniya îşxalker ragihand ku mizakereyên li Dohayê di "atmosfereke erênî" de bi pêş ve diçin. Hat diyarkirin ku heyeta îşxalker a ku çûbû Dohayê li gorî plansaziya xwe venegeriyaye, nîşaneya wê yekê ye ku di muzakereyan de pêşketin çêdibin.

Li gorî xebera KANê, Emrîka di berdêla berdana 10 êsîrên îşxalker de pêşniyara dirêjkirina agirbestê 60 rojan kir. Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn yê Serokê Emrîkayê Donald Trump Steve Witkoff jî beşdarî mizakereyn li Dohayê bû.

Merhaleya yekem a agirbest û pevguhertina êsîran ku di 19ê Çileyê de li Xezzeyê ket meriyetê, di 2yê Adarê de bi dawî bûbû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar