HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye

Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê, destnîşan kir ku qetlîama rejîma sîyonîst a ku li Beyt Lahîyaya Xezzeyê pêk anît û 66 kesan şehîd kir encamên biryara vetoyê ya Emrîkayê ye.

Hereketa berxwedana Îslamî, derheqê vetoya Emrîkayê ya teklîfa agirbesta acîl a ji bo xezzeyê de daxuyanî da.

Ji teref HAMASê ve hat îfadekirin, rejima îşxalê herî dawîn li Beyt Lahiyayê êrîş pêk anît. Di vê êrîşê de 66 kes hatin qetilkirin. Ev yek encama qerara vetokirina Emrîkayê ya qerara teklîfa agirbestê ye.

Di daxuyanîya nivîskî de hat îfadekirin artêşa îşxalê li bakûrê Xezzeyê, ev nêzî 50 rojan e bê navber qetlîamên ku dibe sebeba qirkirinê pêk tîne.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, rejima îşxalê derdorê nexweşxaneya Kemal Adwanê bombardman kiriye. Li gor agahîyên ewil 66 kes şehîd bûne. Gelek kes jî birîndar bûn. Rejima îşxalê desteka Emrîkayê jî dide paş xwe û qirkirinê zêdetir û kûr dike. Emrîka bi vetokirina teklîfa qerara agirbesta ji bo Xezzeyê ve bû sebeba qetlîama Beyt Lahiyayê û wê bi vê rengê ev qetlîaman dewam bike.

Hat destnîşankirin, li bakûrê Xezzeyê qirkirina sîyonîst xelkê Filistînê hedef digire. Ji bo ev qirkirin bê sekinandin, divê zext û zorî li ser rejima sîyonîst bê dayin. Divê pêşî li plana sîyonîstan bê girtin ku xelkê Filistînê bi zorê ji cihên xwe neyên kirin. Ev mesûlyeta aîdê Saziyên Civaka Navnetewî û aîdê Saziyên Neteweyên Yekbûyî ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno