Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Usame Hamdan, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku rejima sîyonîst ji felaket û birçîbûnîya li Xezzeyê bi temamî mesul e.
Hamdanê ku got, “Hikûmeta Netenyahu, qasî ku ji jîyana êsîrên xwe mesul in, ji îxlalên ku ji ber polîtîkayên birçîhiştinê derketine holê jî di warê navneteweyî de mesul e.” Rewşa êsîr Eviatarê ku di demên dawîn de dîmena wî hatibû nîşandan ji vêya re mînak nîşan da.
Hamdan, destnîşan kir ku muameleya wan a ji êsîrên li Xezzeyê re li gorî nirxên Îslamî û hiqûqa navneteweyî ye, li hember vêya jî rejima sîyonîst li dijî êsîrên Filistînîyan polîtîkaya “Kuştina hêdî bi hêdî” bikartîne.
Hamdan bal kişand ku ew ji bona ku ji êsîran re were dayîn daxwaza şandina xwarin û dermanên Xaça Sor a Navneteweyî binirxînin amade ne. Ji bo gihandina alîkarîyên ji gelê Xezzeyê re jî îfade kir ku divê hemû noqteyên derbasbûyînê “bi temamî û acîlî” werin vekirin.
Usame Hamdan di berdewama daxuyanîya xwe de ji endezyarîya alîkarîyê ku bi piştgirîya Emrîkayê tê kirin re jî bertek nîşan da û got, “Divê îzîn neyê dayîn ku rejima sîyonîst alîkarîyan li gorî plana kaos û birçîbûnîyê belav bike.”
Di berdewama daxuyanîya Hamdanê de bang li Konseya Ewlehî ya NYyê re jî hat kirin û hat xwestin ku bila konsey li hember rejima îşxalker a sîyonîst biryarên tesîrdar bigrin ku bila êrîşan bidin sekinandin, dorpêçê rabikin û bi temamî ji Xezzeyê vekişin. (ÎLKHA)