HAMAS: Sûîqesta Îsmaîl Henîyye çalakîyeke tirsonek e, wê bê ceza nemîne!

HAMASê, şehîdbûna Îsmaîl Henîyye ku li Tehranê di encama sûîqestekî de hat şehîdkirin rast kir. HAMAS, destnîşan kir ku sûîqest ji teref rejîma îşxalker ve hat kirin.

Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye, li Tehranê di mala ku di nav de dima de di encama sûîqestekî de hat şehîdkirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de parezvanekî Henîyye jî şehîd bûye. Şehîd Henîyye, ji bo merasîma Serokkomarê nû yê Îranê li Tehranê bû.

HAMAS, şehadeta Henîyye rast kir.

HAMASê bal kişand ku ew ê ev sûîqest bêceza nemîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin