HAMAS wê beşdarî civîna komên Filistînî ya li Pekînê bibe

Endamê Buroya Siyasî ya HAMASê Husam Bedran diyar kir ku civîna ku wê li Çînê bê lidarxistin wê "civîneke neteweyî ya berfireh bi beşdariya komên cuda" be.

Bedran di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku tevger û komên Filistînî ji Çînê vexwendname wergirtine ku di 21 û 22ê vê mehê de civîneke berfireh a komê organîze bikin.

Bedran diyar kir ku wan bi ruhekî erênî û berpirsiyariya neteweyî vê vexwendinê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya layîqê gelê Filistînê û li gorî fedekarî û qehremaniya gelê Filistînê di çarçoveya şerê Tofana Eqsayê ya ku berdewam dike de nirxand û got ku, "Civîna neteweyî ya berfireh ku di nav wan de komên cuda yên Filistînî jî hene" destnîşan kir ku "ji bo hevdîtinên dualî ti rêzikname tune." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno