HAMAS: Xwîna şehîdan wê li erdê nemîne

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku Mehdî Şawer, Eymen Ebû Dawûd û Bessam Ebû Senîneyê ku di sala 2011an de di çarçoveya “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbestberdan û ji Xezzeyê re hatibûn sirgûnkirin ji teref îşxalkeran ve li Xezzeyê bi sûîqestekî rasterast hatin şehîdkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:

“Şehîdên me rûmeta gelê me ne. Van êrîşên namerdî yên rejima îşxalker, ew ê nikaribe îradeya gelê me bişkîne. Dijminê ku bi sûîqestên ewakî dixwaze pêşevanên berxwedanê ji holê rake, bes tenê têkçûna xwe zîdetir îfşa dike.”

HAMASê, îfade kir ku van sûîqestên rejima îşxalker parçeyek xebata, “Tesfîyekirina nîşanên berxwedanê û şikandina hêvîya azadîya gelê Filistînê” ye.

“Xwîna şehîdên me wê beredayî li erdê neherike. Berxwedan, ew ê meşandina rêya wan bidomîne, û micadeleya xwe ya bi temamî ji holê rakirina îşxalê jî berdewam bike. Bedêla wî çi dibe bila bibe.”

Xeyn ji vêya HAMASê bang li civaka navneteweyî û sazîyên mafên însanan jî kir û weha got:

“Divê êdî civaka navneteweyî, rêxistinên mafên însanan û cîhana azad ev bêdengîya xwe xera bike. Li hember sûcên îşxalê ku her roj bikartîne gavên rastîn bêne avêtin, êrîşên wî bêne sekinandin û ev rejim bê darezandin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar