HAMASê bang li alema Ereb û Îslamê kir: Derkevin kolan û meydanan

Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Îzzet Er-Rîşk, bang li civakên Erep, Îslam û însanên azad kir û got, “Ji bo berteknîşandana qirkirina li Xezzeyê ya ku rejima îşxalker pêktîne, derkevin meydan û kolanan.”

HAMASê, daxuyand ku rejima îşxalker li gorî agirbestê tevnagere û li ber çavê welatên navbeynkar ji nû ve li dijî gelê Filistînê qirkirinê da destpêkirin.

Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) Îzzet Er-Rîşk, di daxuyanîya xwe ya ku bi niviskî belav kir de weha got, “Netenyahu (Serokê rejima sîyonîst), bi astengkirina têketina xwarin û dermanan nesekinî; zarokên Xezzeyî di xewa wan de wan bi bombeyan kuşt.”

Rîşk, destnîşan kir rejima îşxalker a sîyonîst li ser soza xwe nesekinî û li ber çavê dinya û welatên navbeynkar mesulîyeta xwe bicîh neanîtîye. Rîşk, îfade kir ku Netenyahu êrîşa xwe ya li dijî Xezzeyê, ji bona ku xwe ji krîzên nav welat xelas bike daye destpêkirin, “Biryara vegera ji herbê re ya Netenyahuyê, tê vê maneyê ku ew êsîrên rejima sîyonîst qurban dike û derheqê wan de biryara îdamê dide.”

Bang li welatên Erep û Îslamê jî hat kirin û weha hat gotin, “Ev wehşeta Nazî-Sîyonîst û qirkirina ku sîvîl dûçar mane bila bê sekinandin. Derheqê îxlalkirinên agirbestê yê Netenyahu nîşan bidin û Netenyahuyê ku herêmê davêje ber agir jî mesul bibînin.”

Rayedarê Hamasê destnîşan kir rejima sîyonîst bê negihêje hedefên xwe û got, “Dijmin tiştên ku bi mizakereyê bidestnexist, ew ê bi herb û xerakirinê jî nikare bidestbixe.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar