HAMASê banga kurewî kir: 20ê Tîrmehê wek roja piştgirîya bi Xezzeyê re îlan bikin

HAMASê bang li cîhanê kir ku bi meşên mezin û zextên sîyasî bertekek li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîkirina rejîma sîyonîst ên li Xezzeyê nîşan bidin.

Tevgera HAMASê li dijî êrîşên qirkirinê yên berdewam û polîtîkayên birçîkirina xelkê Xezzeyê, ji hemû mirovahiyê, bi taybetî ji cîhana Îslamî banga hevgirtineke lezgîn û tesîrdar kir.

Di daxuyaniya tevgerê de weha hat gotin: "Em bang li hemû gelên Ummeta me û gelên azad ên li çaraliyê cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê Xezzeyê û meşên girseyî û çalakiyên hevgirtinê li dar bixin. Divê hemû rêbazên zexta sîyasî, dîplomatîk, sendîkayî û xwendekaran ji bo bilindkirina dengê me werin bikaranîn û divê sûcên qirkirin û birçîbûnê yên rejîma sîyonîst werin eşkerekirin."

HAMASê bang kir ku roja Yekşemê, 20ê Tîrmehê û rojên piştî wê, bibin rojên sembolîk ên hevgirtina cîhanî bi gelê Xezzeyê re. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Divê ev dîrok bibin rojên ku qirkirina sîyonîst a li dijî sîvîlan, bi taybetî zarok, jin û nexweşan, ji cîhanê re eşkere bikin."

Tevgerê bang li hemû welatên Ereb û Îslamî, saziyên navneteweyî û gelên azad kir ku bibin yek û piştgiriya xwe ji bo Xezzeyê bînin ziman. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Bêdengiya li hember polîtîkayên birçîbûn û qirkirinê yên ku zêdetirî du milyon xelkê Xezzeyê hedef digirin, sûcek li dijî mirovahiyê ye. Divê her kes ji bo bidawîkirina vê zilmê tedbîran bigire."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bangewazî hat dubarekirin: "Divê li dijî îxlalkirina hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovan ji teref çeteya faşîst a Netanyahu ve helwesteke hevpar were nîşandan û sûcên hatine kirin werin rawestandin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar