Şanda Hamasê ku ji bo danûstandinên agirbestê li Misrê bû, navbeynkaran agahdar kir ku pêşniyara agirbestê qebûl kiriye, ku agirbestek 60 rojî û berdana êsîran bi du koman dihewîne.
Karbidestekî Filistînî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin got ku navbeynkaran pêşniyarek nû dane şandeya Hamasê ya li Misrê, ku tê de agirbestek 60 rojî û berdana du komên êsîran hebû.
Karbidest got, "Pêşniyar peymaneke çarçoveyî ye ji bo destpêkirina danûstandinên agirbesta daîmî," û da zanîn ku Hamas dê pêşniyara nû ya navbeynkaran bi şêwirmendiya endamên xwe û bi serokên fraksiyonên din ên Filistînî re binirxîne.
Di daxuyaniyekê de ku li ser kanala fermî ya Telegramê ya HAMASê hatiye weşandin, derbarê danûstandinên agirbestê de ev daxuyanî hatine dayîn:
Çavkaniyek girîng a Filistînî ji televîzyona El-Mayadîn re li Beyrûtê got:
HAMAS û komên berxwedanê yên Filistînî pêşniyara navbeynkarên Misir û Qeterê qebûl kirin.
Pêşniyar daxwaz dike ku ji beşên bakur û rojhilatê Xezzeyê, ji bilî Şucîye û Beyt Lahiya, 1000 metre vekişin.
- Li hember 10 êsîrên sax, 140 girtiyên Filistînî yên ku cezayê wan ê heta hetayê lê hatiye birîn û 60 girtiyên ku cezayê wan ji 15 salan zêdetir e, dê werin berdan.
- Pêşniyar guhertina nexşeyên ji nû ve bicihkirinê li bakur û rojhilat pêşbînî dike.
Li gorî peymana 19ê Çileya 2025an, piştî ku peyman bikeve meriyetê, yekser dê alîkarîya mezin û hevrêzkirî ji Şerîda Xezzeyê re were şandin.
- Alîkarî dê sotemenî, av, elektrîk, temîrkirina nexweşxane û nanpêjxaneyê, û alavên rakirina kavilan di nav xwe de bigire.
- Neteweyên Yekbûyî, şaxên wê, Heyva Sor û rêxistinên navneteweyî yên ku li Xezzeyê kar dikin dê alîkariyan werbigirin û belav bikin.
- Pêşniyar li gorî peymana berê, vekirina deriyê sînor ê Refehê ji her du aliyan ve pêşbînî dike.
- Ew şert û mercên vegerandina 10 termên Filistînî ji bo her termê îsraîlî yê kuştî destnîşan dike.
- Pêşniyar azadiya hemû zarok û jinan pêşbînî dike. (ÎLKHA)