HAMASê bi minasebeta sala 1emîn peyamê belav kir: Heta ku xelkê me mafên xwe nestînin ew ê li herêmê îstîqrar çênebe

Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xelîl el Hayye, bi minasebeta salvegera yekemîn a Tofana Eqsayê daxuyanîyek belav kir, wî îfade kir ku xelkê Filistînê heta ku mafên xwe bidestnexin ew ê li herêmê ewlehî û îstîqrarî çênebe.

El Hayye ku bi vîdeoyê peyamê parve kir, destnîşan kir ku rejîma îşxalker li Rojhilata Navîn “navenda xerakirin û xerabîyê ye”

Hayye ku îfade kir “Heta ku xelkê me mafên xwe nestînin ew ê li herêmê îstîqrar çênebe” weha daxuyanî da, “Îşxal, çavkanîya bêîstîqrarî û xerabîyê ye. Em dixwazin ku em axên xwe û mekanên xwe yên pîroz xelas bikin, dewletekî ku paytexta wî Quds e û serbixwe ye damezrînin, bila penaberên me ji welatên xwe re vegerin û heqê tayînkirina qedera xwe bidestbixin.”

El Hayye, “Xelkê me û doza Filistînê ji teref dijmin (rejîma sîyonîst) ve tê hedefgirtin. Yekîtîya me ya netewî, di bingeha bijartina berxwedanê de rêya tenê ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin