HAMASê: Biryara Ensarullayê a Emrîqayê wê destekdayîna ji doza Fîlîstînê re astengîyekî dernexe

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê HAMAS, biryara wesifandina Ensarullahê wek “rêxistina terorê ya kurewî” ya ji teref Washîngtonê ve hatîye girtin bi tundî şermezar kir.

Emrîqa, daxuyand ku ew koma Ensarullahê wek “rêxistina terorê ya kurewî” wesîfand û ev qerar wê 30 roj paşê bikeve rewacê.

HAMAS, derheqê vê qerarê de nirxandinekî bi niviskî belav kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin: “Em wek HAMASê biryara wesifandina Ensarullahê wek “rêxistina terorê ya kurewî” ya ji teref Washîngtonê ve hatîye girtin bi tundî şermezar dikin û em vêya jî wek biryarekî ku hatîye sîyasîkirin dihesibînin.

Ev sinifkirina ku hatîye sîyasîkirin û li gorî exlaqê nîne, cardin nîşan dide ku bireveberîya Serok Bîden xwe bi rojeva sîyonîstkirin, îşxalkirin û belavbûna li herêmê û Fîlîstînê ve xwe kirine yek.

Heta ku polîtîqayên Emrîqayê û îşxal dawî bibe û heta ku xelkê me azad nebe, ew ê destekdayîna tegverên xelkên azad û Ereb yên ji xelkê Fîlîstînê re dawî nebe.

Xeyn ji vana em desteka Yemenê, Ensarullahê û hemû hêzên berxwedanê ên ji bo Fîlîstînê û Qudsê bi şanazî pêşwazî dikin. Em bal didin kişandin ku li hember îşxal û sîyonîzmê ummetekî yek in û di nav yekîtîyê de ne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê