HAMASê derheqê agirbestê de daxuyanî da

Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Usame Hamdan, got ku ji mizakereyên ku li Dohaya paytexta Qeterê didomin hêj sînyalên baş naynê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Macid el-Ensari, daxuyandibû ku hevdîtinên ku doh li Dohayê ji bo agirbesta li Xezzeyê dest pê kiribûn ew ê îro jî berdewam bike.

Hamdan, derheqê hevdîtinan de daxuyanî da. HAMASê ku rasterast beşdarî hevdîtinan nebû, îfade kir ku hêj tabloyeke eşkere di ortê de tineye.

Hamdan weha got, “Mizakerevanan ji bona ku lihevnekirinan ji holê rabikin hevdîtinên xwe didomînin. Encax, alîyê îsraîlê şertan zêde kirîye û meseleyên nû diaxive.”

Hamdan, îfade kir ger ku rejîma îşxalker sînyalên erênî bide ew ê HAMAS jî dibe ku beşdarî mizakareyan bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin