HAMASê derheqê peymana agirbestê de daxuyanî da: "Ev serkeftin e..."

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin da weha got: "Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azadîxwaz ên cîhanê ye."

HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin de daxuyanîyeke nivîskî da.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

"Peymana agirbestê fêkiyê berxwedana efsanewî ya gelê me yê mezin ê Filistînê ye û îradeya ku bi berxwedana me ya qehremana zêdeyî 15 mehan li Xezzeyê nîşan daye ye.

Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azad ên cîhanê ye. Ev peyman di şerê me yê li dijî dijmin de qonaxeke muhîm a veguherînê ye û ji bo pêkanîna armancên gelê me yên azadî û vegerê merhaleyek e.

Ev peyman bi armanca rawestandina êrîşa sîyonîstan, bi dawî anîna xwîn û qetlîaman û bi dawî anîna şerê qirkiinê yê ku em di ber xwe de ne, di çarçoveya berpirsyariya me ya li hember gelê me yê ku li Xezzeya me ya ezîz bi sebir li berxwe didin, hatîye kirin.

Em spasî û minetdarîya xwe ji her kesê ku bi Xezzeyê re rawestîya, li kêleka gelê me sekinîn, bi eşkerekirina sûcên îşxalê di rawestandina êrîşan de bûn û piştgiriya fermî û raya giştî ya bi rûmet nîşan dan dikin, em spasîya xwe tînin ziman. Em spasîyên xwe yên taybet ji bo birayên xwe yên navbeynkar, bi taybetî ji Qeter û Misirê re yên ku ji bo gihîştina vê peymanê kedeke mezin didin, dikin. " (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno