HAMASê îddîayên ku Biroya Sîyasî ji Tirkîyeyê re hatîye birin derewand

Çavkanîyên HAMASê û çavkanîyên Wezareta Karên Derve yê Tirkîyeyê, îddîayên ku tên gotin Biroya Sîyasî ya HAMASê ji Tirkîyeyê re hatîye barkirin derewandin.

Çavkanîyên nêzê HAMASê, xebera îbranîyan ku dibêjin serokên tevgerê ji Qeterê çûne Tirkîyeyê û li wê derê xebatên xwe didomînin derewand.

Li ser hîsaba Telegramê ya tevgerê weha bal hat kişandin, “Ev tişt, îddîayên ku îşxalker dem bi dem tîne rojevê ye.”

Di berdewamê de hat îfadekirin îddîayên ku têne gotin qaşo HAMASê “ji Qeterê re gotîye ku em dixwazin Dohayê terk bikin” an jî di vî warî de wan agahdar kirine derewandibû û destnîşankiribû ku ev îddîa di nav çend mehên dawîn de bû çend caran e tê qalkirin.

Di nav van demên dawîn de sazîyên çapemenî ya îbranîyan, ji ber rewşa Dohayê ya di warê mizakereyan de derewên ku qaşo serokatîya HAMASê dixwaze ku welat terk bike dibêje, encax van îddîayan ji teref HAMAS û Qeterê ve hatin redkirin.

Xeyn ji vê daxuyanîyê ji teref çavkanîyên Wezareta Karên Derve yê Tirkîyeyê ve jî hat daxuyandin ku dem bi dem serokên HAMASê têne Tirkîyeyê û zîyaretan dikin encax barkirina Biroya Sîyasî ya tevgerê ji Tirkîyeyê ne tiştekî rast e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno