HAMASê îddiayên ku wê ofîsên xwe ji Qeterê derbasî Tirkiyê bikin red kir

Zahir Cebbarînê Serokê Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) li Şerîeyê diyar kir ku nûçeyên ku digotin Tevger wê ofîsên xwe ji Qeterê derbasî Tirkiyeyê bike ne rast in.

Cebbarîn bal kişande ser wê yekê û got ku "HAMAS ji bilî Dohayê ofîsên xwe li cihekî din venakişîne. Nêzî 10 sal in li Stenbolê ofîsên Hemasê hene û heta îro jî xebatên xwe didomînin."

Cebbarîn der barê encamên ziyareta Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye ya Tirkiyeyê û pêşwazîkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da wiha got: "Di encama vê serdanê de hin rêze biryarên ku zextên Tirkiyeyê yên bi amûrên siyasî û dîplomatîk ên ji bo sekinandina rijandina xwînê li Xezzeyê û ji bo agirbestê heye derket.”

Cebbarîn her wiha diyar kir ku "Tirkîye, alîkariyên ku ji deriyê sînor ê Refahê derbasî Xezzeyê dibe hin rêze biryaran derxe du qatan." (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 10 birîndar
Danûstandinên Îran û Emrîkayê li Îslamabadê bê encam bi dawî bûn
Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?