HAMASê ji bo agirbestê sê şertan pêşkêşî kir

Yek ji rayedarên HAMASê Samî Ebu Zuhrî ji bo agirbestê 3 şertan got, “Hemû êrîşên li dijî Xezzeyê hene bên sekinandin, artêşa îşxalê wê vekişe û însanên ku ji cîhê xwe bûne ew ê ji malên xwe re vegerin.”

Ji bo sekinandina êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê li Qahîreya paytexta Misirê hevdîtinên agirbestê berdewam dikin.

Li gorî çavkanîyên herêmê ji bona ku agirbest temam bibe divê rejîma îşxalker ji bakurê Xezzeyê vekişe û şênîyên herêmê jî ji malên xwe re vegerin.

Yek ji rayedarên HAMASê Samî Ebu Zuhrî ji bo agirbestê 3 şertan pêşkêşî kir.

Ebu Zuhrî weha got, “Temamî êrîşên li dijî axên Xezzeyê bêne sekinandin, artêşa îşxalê vekişe û însanên ku ji cîhê xwe bûne divê ji malên xwe re vegerin.”

Ebu Zuhrî destnîşan kir ku rejîma sîyonîst “Ji hemû şert û mercan direve” dûre weha got, “HAMAS, ji bo agirbestê tu astengîyekî dernexist. Daxwazîya me sekinandina qetlîamê û ji bo xelkê xwe jî tesîskirina ewlehîyê ye.”

Ebu Zuhîr diyar kir ku rejîma sîyonîst dixwaze herbê bidomîne û dûre hemû kesan îmhe bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin
Li Nîjeryayê di camîyê de teqîn: 11 kes can dan