HAMASê ji bo Xezzeyê banga grêva cîhanê kir

HAMASê, bang li alema Îslamê û însanên azad ên li cîhanê kir kur bila ji bo Xezzeyê grêva kûrewî bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em hemû însanên Ereb, ummeta Îslamê û însanên azad ên cîhanê dawetî grêva kûrewî ya ku îro were lidarxistin dikin.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku, armanca vê grêvê ev e ku li hember êrîşên îşxalê ku ev bû 22 meh e li Xezzeyê didomîne, hat îfadekirin ku ew ê çalakî di bin navê Roja Hêrsa Kûrewî de were organîzekirin.

HAMASê, xeyn ji vê dawetî bang kir ku bila rojên înê, şemîyê û yekşemê (22-24 Tebax)ê jî li giştîyê cîhanê li bajar û paytextan meş û xwepêşandanên kûrewî werin lidarxistin, “Divê li ber balyozxaneyên Emrîka, îsraîl û welatên ku piştgirîyê didin Tel Avîvê xwepêşandan û çalakîyên rûniştinê werin zêdekirin.”

HAMASê destnîşan kir ku artêşa rejima îşxalker dixwaze ku bajara Xezzeyê ji nû ve îşxal bike û ji yek milyonî zêdetir Filistînîyan bi zorê ji cîh û warên wan bikin, ve jî merjhaleyeke nû ya herba qirkirinê ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno