HAMASê operasyona Hîzbullah pîroz kir

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, ji opersayona Hîzbullahê Libnanê ku li dijî cîhên sratejîk a rejîma îşxalker lidarxist re got ku ew ê êrîşdarîya faşîst wê bêbêrsiv nemîne û ev jî peyamek e.

HAMASê di daxuyanîya xwe de weha got, “Em operasyona micahîdên Hîzbullahê ku hem ji bo bersiva serokê micahîdan Fuad Şukrî hem jî ji bersivdayîna êrîşên li dijî Xezze û Libnanê bikar anîtine û di wê operasyonê de cîhên stratejîk hedef girtine pîroz û teqdîr dikin.”

Tevger weha bal kişand, “Ev bersiva ku bi qewet e û kûrahîya hebûna rejîma sîyonîst xistîye, nîşan dide ku ew ê tu êrîş, terorîzm û canîtîya hikumeta faşîst bêbersiv nemîne.”

HAMASê diyar kir ku ew êrîşa rejîma îşxalker a li dijî Libnanê û sîvîlan hedef digrin bi tundî şermezar dikin.

HAMASê îfade kir ku balafirên rejîma îşxalker hemû peyman û normên navneteweyî îhlal dikin û ji bo herêmê jî tehdîdekî ye. Bal hat kişandin ku ev êrîşên rejîma îşxalker ewlehî û îstîqrara navneteweyî tehdît dike û ew hebûneke heydût in.

Tevger, “ji ber ku êrîşdarîya rejîma îşxalker a li dijî Filistîn, Libnan, Yemen û Iraqê destek dike” Emrîqa jî “hevparê sûca rejîma îşxalker e” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno