Hamasê şehadeta Ebû Ubeyda diyar kir

Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, bi fermî şehadeta berdevkê xwe yê leşkerî Ebû Ubeyde ragihand, û ev daxuyanî ji teref berdevkê wan ê nû ve li ber kamerayan hat dayîn.

Hatibû ragihandin ku Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, ew ê îro saet 17:00 daxuyaniyekê bide.

Tûgayên Îzzedîn el-Qessam bi fermî şehadeta berdevkê xwe yê leşkerî Ebû Ubeyde di êrîşa îşxalkerên siyonîst de ragihandin.

Tûgayên Qessam ragihandin ku komek ji rêberên wan, ku di nav wan de kesayetên navdar jî hebûn, şehîd bûne.

Berdevkê leşkerî yê nû yê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam li ser vê mijarê daxuyaniyeke vîdyoyî da.

Berdevkê leşkerî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin got, "Em bi serbilindî şehadeta Muhemed Sinwar, fermandarê giştî yê Tûgayên Îzzedîn el-Qessam zilamekî pir jîr ku di serdemeke pir dijwar de rêberiya tûgayan kir û cîyê şehîdê me yê mezin Ebû Xalid (Mihemed) Deyf girt radigihînin."

Berdevkê leşkerî şehadeta Fermandarê Tûgaya Refahê Mihemed Şebane jî ragihand û diyar kir ku Şebane li kêleka rêberê Hamasê Yehya Sînwar şehîd bûye.

Berdevkê leşkerî diyar kir ku Hekîm el-Îsa, ku di gelek beşên Tûgayên Qessam de, bi taybetî di perwerde, zanîngehên leşkerî û çekan de roleke girîng lîstiye, jî şehîd bûye û got, "Em bi xemgînî şehîdbûna Şêx Raîd Sead, serokê berê yê hilberîna leşkerî û serokê berê yê operasyonan radigihînin."

Berdevk, ku diyar kir ku berdevkê leşkerî yê berê Ebû Ubeyde, ku navê wî yê rastî Huzeyfe Abdullah el-Kehlut bû, jî di êrîşa îşxalkeran de şehîd bûye, got, "Ebû Ubeyde bi jêhatîbûnek mezin dezgeha medyayê ya Qessam birêve bir û bûyerên Tofana Eqsayê bi awayê herî mezin ji cîhanê re ragihand."

Wêneyê hevpar Ebû Ubeyde, Muhammad Sinwar, Muhammad Shabana, Raid Saad, û Ebû Omar al-Sûrî dihewîne.

Rejîma sîyonîst di meha Tebaxê de îddîa kir ku wan Ebû Ubeyde, berdevkê Tûgayên Qessam, ku wêneyê wî parve kiribûn, hedef girtiye û şehîd kiriye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîyarbekir bi berfê xemilî
Serma û baran felaketa li Xezzeyê girantir dike
Li 20 bajaran dibistan hatin girtin
Ji ber rêya şemetokî li Nisêbînê 7 wesayît bi zîncîrî li hev ketin
HUDA PAR ji bo fermandarên Hamasê peyama sersaxiyê weşand