Hamdan: Divê di nav peymanê de dawîbûna êrîşan û vekişîna îşxalkeran hebe

Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.

Hamdan, destnîşan kir ku ew ê heta ku Filistînîyekî ku ji îşxalê hatîye azadkirin, serbixwe û paytexta wî Qudse bê damezrandin wê micadele berdewam bike.

Hamdan, destnîşan kir ku divê peymana agirbesta derheqê Xezzeyê de di nav xwe de dawîbûna êrîşan û vekişîna hemû hêzên îşxalê jî bihewîne, wî bal kişand ku di qirkirina sîyonîstan a li Xezzeyê de bi tevî pîrek û zarokan hejmarê şehîdan 40 hezarî derbas kirîye.

Hamdan ji civaka navneteweyî re jî bang kir ji bona ku rejima îşxalker heta ku peymanek bê îmzekirin û êrîşên qirkirinê ku 15 meh in berdewam dikin di mizakereyan de zextê bidin ser wan, hat destnîşankirin ku serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker ji bo menfeatên xwe yên sîyasî bi pêşeroja êsîrên li Xezzeyê dileyîze.

Usame hamdan destnîşan kir ku Netenyahu naxwaze êsîran xelas bike, ew dixwaze ku ji wan xelas bibe.

Usama Hamdan desnîşan kir ku ji bo HAMASê herî muhîm dawîbûna herbê û xekişîna îşxalkeran a ji Xezzeyê ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno