Hamdan ku yek ji rayedarên HAMASê ye: Heta ku êrîş û dorpêçî neqede teqesa leşkerên sîyonîst wê çênebe

Usame Hamdan ku yek ji rayedarên HAMASê ye, bal kişand ku heta êrîşên rejîma îşxalker dawî nebe û dorpêçîya li Xezzeyê neyê rakirin wê teqasa êsîrên leşker yên sîyonîst neyê axavtin.

Hamdan, ji El Meyadîn TVyê re ku navenda wê li Libnanê ye re daxuyanîyê da.

Hamdan di axavtina xwe de îfade kir ku ew pêşniyarên agirbestê ku ji wan re hatine teqdîmkirin biqîmet nedîtine û xebata dirêjkirina agirbestê jî hêj nekemilîye, “Ger ku îşxal êrîşekî bike berxwedan amade ye, ger ku bêdengê bidome em ê jî bêdengîyê bidomînin.”

Hamdan bal kişand, “Berxwedan xwe ji hemû tiştên piştî agirbestê re amade kirîye”

Hamdan di daxuyanîya xwe de îfade kir, heta ku dorpêçîya li Xezzeyê neyê rakirin wê derheqê teqasa êsîrên leşker yên sîyonîst de xeber nedin, wî îfade kir ku agirbestekî wisa ziwa qîma wan nake.

Hamdan îfade kir, “HAMAS, ji serî heta niha, di meseleya serbest berdana bi tevî axên ku di sala 1948an de hatine îşxalkirin yê hemû êsîrên Fîlîstînîyan de daxwazker e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn