Hat ragihandin ku li Suleymaniyeyê rêvebirê KDPyê PKK kuştiye

Konseya Ewlehiyê ya Herêmê ya Kurdistanê, ji kuştina Ekrem Salîhê rêvebirê KDPyê bilind ku li navçeya Kelara Suleymaniyeyê êrîş lê hat kirin, PKKyê berpisîyar kir.

Di daxuyaniya ku ji teref Konseya Ewlehiyê ya Herêmê ya Kurdistanê ve hat kirin de hat gotin ku, duh li Kelara navenda Îdareya Germîyana Suleymaniyeyê li dijî Ekrem Salîhê Serokê Saziya Navçeya Kelara Partîya Demokratîk a Kurdîstan (KDP) ê di êrîşa bi bombe hat kirin de hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “PKK kes û endamên partiyên sîyasî ên Herêma Kurdîstanê dixwaze bikuje” û bal kişandin ku êrîşa dawî jî ji teref PKK yê ve hat kirin.

Daxuyanî wisa dewam kir, “PKK, salên derbasbûyî jî gel û endamên hêzên Kurdîstanê hedef girtibû û hunek ji wan jî şehît ketibûn. PKK bi vê nesekinî û bazarên Kurdîstanê jî şewitand. Gelek zirarên mezin da Herêma Kurdîstanê û kesên ku bazirganiyê dikin.

Van çalakiyên PKKyê pêşeroja herêmê dixe talûkeyê. Berdewamkirina van çalakiyan wê bê bersiv nemîne û ji her encamê rêveberîya rêkxistinê berpirsîyar e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê