Di kategoriya dewaran da li gor par ji sedî 2,5 zêde bû û derket 16 milyon û 824 hezar serî û hejmara dewaran jî li gor sala borî ji sedî 0,2 zêde bû û derket 162 hezar û 51 serî.
Di kategoriya heywanên biçûk da hijmara pez li gor par ji sedî 4,8 zêde bû û derket 44 milyon û 81 hezar serî, hejmara bizinan jî li gor sala borî ji sedî 5,0 zêde bû û derket 10 milyon û 822 hezar serî.
Hilberîna kozika hevrîşimê ya teze zêde bû, hilberîna hingiv kêm bû
Hilberîna hingivîn di sala 2024an de li gor sala borî ji sedî 16,9 kêm bû û derket 95 hezar û 492 ton.
Hilberîna kokên hevrîşimê yên teze li gorî par ji sedî 8,6 zêde bû û derket 85 ton. (ÎLKHA)