Hejmara kesên bêkar ên ku zanîngeh xelas kirine nufûsa 55 bajêran derbas kir

Hat ragihandin li Tirkîyê hejmara kesên bêkar ên ku zanîngeha xelas kirine tev de 828 hezar kes e û ev hejmar ji nufûsa 55 bajêran zêdetir e.

Li gor daneyên ku hatine belavkirin li Tirkîyê hejmara kesên bêkar ji 3 milyonan zêdetir e û di nav van 3 milyonên bêkar de tev de 828 hezar kesên ku zanîngeh xelas kirine jî hene.

Ji teref Ajans Pressê ve derbarê rêjaya xwendin û bêkarîya li Tirkîyeyê de lêkolînek hat kirin.  Li gor agahî û daneyên ku Ajans Pressê ji TUÎK û çapemenîyê wergirtine  li Tirkîyê tev de 3 milyon û 275 hezar kes bêkar in û ji van 3 milyon û 275 hezar kesên bêkar tev de 828 hezar kes zanîgeha xelas kirine.

Li gor lêkolînê hejmara kesên ku zanîngeh xelas kirine û niha bêkar tev de ji nufûsa 55 bajêran zêdetir e.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e