Hejmara kesên ku di êrîşa li Mereşê de jiyana xwe ji dest dan bû 9

Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi ragihand ku di êrîşa çekdarî ya ku li Dibistana Navîn a Ayser Çalık a li navçeya Onikişubat a Mereşê pêk hat de 9 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşê de diyar kir ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne ku rewşa 6 ji wan giran e. Wezîr Çiftçi, Wezîrê Dadê Akın Gürlek û Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin çûn Mereşê, cihê ku êrîşa li dibistanê lê pêk hatibû. Wezîr Çiftçi di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Xwendekarekî me yê pola 8an ê 14 salî, piştî nîvro bi çekên ku ji malê anîne dikeve du polên dibistana me û bi gulebarankirinê komkujiyekê pêk tîne. 9 miriyên me hene; 8 xwendekar û yek jê mamosteyê me ye. 13 birîndarên me hene; 6 ji wan di lênihêrîna giran de ne û rewşa sêyan krîtîk e. Ez ji bo hemû xwendekar û mamosteyê me yê ku jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê, ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji bo birîndarên me yên ku niha li nexweşxaneyên me tên dermankirin jî şifaya xêrê dixwazim. Em ligel birêz Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî, Tendurustî û Dadê hatin vir. Me kêlî bi kêlî agahî dan birêz Serokkomarê me jî. Bûyer tenê rûdaneke kesane ye ku xwendekarekî me pêk aniye. Ne bûyereke terorê ye."

Wezîr Çiftçi wiha got: "Min diyar kiribû ku niha 13 birîndarên me hene. 6 ji wan di lênihêrîna giran de ne. Em dixwazin bidin zanîn ku em ji ber rûdana bûyereke wiha ya duh li Şanliurfayê û îro jî li Mereşê xemgîn in. Duh li Şanliurfayê me heta dawiya hefteyê navber dabû perwerdehiyê, îro jî li Mereşê em 2 rojan navber didin perwerdehiyê. Hemû wezaretên me wezîfeya dikeve ser milê wan pêk tînin. Her kes derbarê qada wezîfeya xwe de mudaxaleyên pêwîst dike. Wek Wezareta Karên Hundir, me 4 mufetişên mulkiyeyê û 4 serek-mufetişên polîsan wezîfedar kirin. Wezareta me ya Dadê dozgerên komarê wezîfedar kirin. Wezareta me ya Perwerdehiya Neteweyî wezîfedarên serek-mufetişan ên pêwîst kir. Em ê bûyeran bi hemû aliyên wan ve lêkolîn bikin. Min diyar kiribû ku niha 13 birîndarên me hene. 6 ji wan di lênihêrîna giran de ne. Min diyar kiribû ku niha 13 birîndarên me hene. 6 ji wan di lênihêrîna giran de ne."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de namazê cenazeyî yo gıyabî ame kerdene
Li kolanên Diyarbekirê ne
Li navçeya me Çinarê hişyariya barana zêde
HUDA PAR: Qaşo "Komîteya Aştiyê ya Xezzeyê" bûye perdeyek ji bo qirkirina siyonîst!
Lijneya HUDA PARê kesên ku di êrîşê de birîndar bûne ziyaret kir