Hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Taya Dangê mirine 400î derbas kir

Li Bangladeşê ji ber nexweşiya Taya Dangê îsal heta niha 401 kes mirine.

Li gorî daneyên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Bangladeşê ve hatine weşandin, ji Çileyê vir ve hejmara giştî ya bûyerên tayê dangeyê li welatê Başûrê Asyayê gihîştiye 98.705an.

Li Bangladeşê, di 24 saetên dawî de, heta saet 8:00ê sibehê bi dema herêmî, sê mirin û 421 bûyerên nû yên nexweşiya dengûyê hatin qeydkirin.

Li gorî DGHS, hejmara mirinan ji ber tayê dengû gihîştiye 401ê; 19 ji van di Kanûnê de, 104 di Mijdarê de û 80 jî di Cotmehê de çêbûne.

Heta niha di meha Kanûnê de bi tevahî 4.308 bûyerên tayê dengû hatine qeydkirin.

Rayedarên tenduristiyê yên Bangladeşê tedbîrên kontrolkirina zêdebûna mêşan zêde kirine û ji bo têkoşîna li dijî bûyerên tayê dengûyê yên ku zêde dibin, li dijî larvayan operasyonan li dar xistine.

Ev nexweşî dibe sedema nexweşiyeke akût ku bi nîşanên wekî serêş, tayê bilind, westandin, êşa giran a masûlke û movikan, werimîna rijênan, vereşîn û pizrikan tê xuyakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin