Hejmara kuştîyên êrîşa li Elmanyayê derket 4 kesan

Hat ragihandin ku li bajarê Magdeburga Elmanyayê di encama qezaya ku wesayîtek ket nav bazareke Noelê de hejmara mirîyan derket 4an, hejmara birîndaran jî 200î derbas kir.

Li gorî xebera rojnameya Bildê, polîsan destnîşan kir ku 4 kes mirine.

Li gorî daxuyanîya rayedarên qanûnê, bi giştî 205 kes birîndar bûne û rewşa 41 kesan giran e.

Şofêrê BMWyeke reş roja Înê saet di 21:04 de li gorî dema Tirkîyeyê li bazara Noelê ya li navenda Magdeburgê bi qestî ajot nava mirovan. Rayedarên Sachsen-Anhalt û Magdeburgê bûyer wekî "êrîşa terorê" bi nav kirin.

Hat ragihandin ku şikdar piştî êrîşê hat binçavkirin û navê wî jî Talib A.yê, hat destnîşankirin ku Talîb welatîyê Erebistana Siûdî ye û ji sala 2006an vir ve li Elmanyayê bû û destûra rûniştinê ya daîmî hebû.

Hat diyarkirin ku kesê ku xwe "ateîst" dihesiband, li klînîkekê wek doktor dixebitî. Hat ragihandin ku mêrik tedawîya psîkolojîk jî dîtiye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno