Hejmara qurbaniyên êrîşa li ser dibistana Mereşê gihîşt 10an

Hejmara qurbaniyên êrîşa çekdarî ya li ser dibistanek navîn a li Mereşê gihîşt 10an.

Berê hatibû ragihandin ku di êrîşa li Dibistana Navîn a Ayser Çalık a li Taxa Haydarbey a navçeya Onikişubat a Mereşê de mamosteyek û heşt xwendekar canê xwe ji dest dane. Yusuf Tarik Gul, yek ji birîndarên ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, digel temamê midexeleyan jî nehat rizgarkirin. Bi vî awayî, hejmara kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane gihîşt 10an.

Ji bo mamoste û xwendekarên ku canê xwe ji dest dane îro merasîmên cenazeyê tên lidarxistin. Tê texmînkirin ku gelek wezîr beşdarî merasîman bibin û bajar xemgîniyek mezin dijî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab