Hejmara qurbaniyên li Xezzeyê gihîşt 67.682 kesan

Hejmara şehîdên ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de şehîd bûn gihîşt 67 hezar û 682an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daneyên herî dawî yên li ser qurbanî, birîndar û kesên ku di êrîşên artêşa îşxalker de heta agirbesta ragihandî hatine kirin, parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di navbera 3 û 10ê Cotmehê de, komîsyona dadwerî ya ku dosyaya kesên winda dişopand diyar kir ku 320 kesên din jî canê xwe ji dest dane û ew li îstatîstîkan zêde kir."

Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de cenazeyên 151 kesan, ku 116 ji wan ji nav xirbeyên xaniyên hilweşiyayî hatine rizgarkirin, û 72 kesên birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Xezzeyê.

Hate diyarkirin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdên ku ji birçîbûnê mirine gihîştiye 463 kesan, ku 157 ji wan zarok in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 22ê Tebaxê ve, dema ku Dabeşkirina Merhaleya Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê piştgirîkirin, li Xezzeyê birçîbûn îlan kir, 185 kes, ku 42 ji wan zarok in, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê şehîd bûn.

Hate diyarkirin ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de ku di 8ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 67 hezar û 682an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170 hezar û 33 kesan.

Tê ragihandin ku li Şerîda Xezzeyê hêna jî bi hezaran cenaze di bin xirbeyên avahiyên xirabe de mane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno