Hejmara qurbaniyên qezaya trênê li Spanyayê gihîşt 39an

Hejmara qurbaniyên trênê bilez li başûrê Spanyayê ji rê derket û piştre bi trênê duyemîn ê ji aliyê dijber ve dihat re li hev qelibîn, gihîşt 39 kesan û 152 kes jî birîndar bûn.

Qeza, dema ku trênek ku nêzîkî 300 rêwî hildigirt û ji Malaga û Madrîdê diçû nêzîkî Cordoba ji rê derket, qewimî.

Li gorî rayedaran, dema ku trên bi 371 rêwiyan ji Malaga ber bi Madrîdê ve diçû, sê vagonên paşîn ên trênê ji rê derketin û li du vagonên pêşiyê yên trêneke din a bilez ku ji aliyê dijber ve dihat, qelibî. Di encama qelibê de 39 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Ev bûyer wekî yek ji felaketên herî xirab ên trênê yên li welêt di deh salên dawî de tê hesibandin.

Lêkolîna sedema qezayê berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê otomobîla ku ji kontrolê derket li 3 jinan xist
Dîmena mûhîmata ku li Diyarbekirê ket
Li Konyayê bi karsaz, akademisyen û rûsipiyan re hat cem hev
Zabitê kıştenê yo ke 13 serrî ra nata gerîyayêne, Lîcê de amê pîşerotış
10 roje li bajêr av tuneye, em perîşanin