Hejmara rojnamegerên ku li Xezzeyê hatin kuştin derket 206an

Bi mirina xebatkarekî din ê çapemenîyê yê ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de birîndar bûbû, hejmara endamên çapemeniyê yên ku hatin qetilkirin derket 206an.

Foruma Rojnamegerên Filistînî ragihand ku rojnamevan Ala Esed Haşim ê ku berê di bomberdûmana îşxalê ya li Xezzeyê de birîndar bûbû şehîd bû.

Forumê nehiştina civaka navneteweyî ya di parastina rojnamegerên Filistînî de şermezar kir û diyar kir ku divê rojnameger di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û peymanên însanî de bi serbestî karibin pîşeya xwe bikin.

Hejmara rojnamevanên Filistînî ku di encama êrişên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve hatin kuştin, gihaşt 206an.

Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve 48 hezar û 524 kes ji wan 17 hezar û 841 zarok û 12 hezar û 298 jin şehîd kirine û 111 hezar û 955 kes jî di êrişên xwe yên ser Xezzeyê de birîndar kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar