Hejmara şehîdan derket li ser 11 hezar 240 kesan

Hat ragihandin hejmara wan kesên ku di êrîşên siyonistên îşxalker de şehîd bûn derket li ser 11 hezar 240 kesan.

Wehşeta û qetlîama ku ji teref siyonistên terorîst ve li Xazzeyê hatibû destpêkirin bênavber berdewa dike. Hejmara Filistînîyên ku di qetlîamê de tên şehîd û birîndarkirin her ku diçe zêde dibe.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin hejmara wan kesên ku di êrîşên siyonistên îşxalker de şehîd bûn derket li ser 11 hezar 240 kesan ku ji van şehîdan 4 hezar û 630 kes zarok in.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku di qetlîamê de birîndar bûne jî derketiye li ser 29 hezar in û 3 hezar û 500 kes jî winda bûne.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate