Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 40 hezar û 878an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 40 hezar û 878an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 454an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 335emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 2 qetlîamên 24 saetên dawîn de 17 kes şehîd kirin û 56 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 40 hezar û 878an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 454an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê