Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 84an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 84an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 29an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 342emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 64 kes şehîd kirin û 104 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 84an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 29an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin