Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 43 hezar û 163yan

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 163yan û hejmara birîndaran jî derket 101 hezar û 510an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 389emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 102 sivîlan şehîd kirin û 287 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 43 hezar û 163yan û hejmara birîndaran jî derket 101 hezar û 510an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin
Li Nisêbînê qîzeka ciwan ji qata 6an ket xwarê û giran birîndar bû