Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.388 kesan

Hejmara şehîdên Filistînî li Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştiye 73 hezar û 388 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 259 kesan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, ku ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê behs kiriye, di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de hejmara şehîdan gihîştiye 73.388an, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 174.259an.

Di 24 saetên dawî de, cenazeyê şehîdekî ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatiye şandin, di êrîşan de du kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku ji 11ê Cotmeha 2025an vir ve, li Xezzeyê 1.259 kes hatine kuştin û 4.148 kes jî birîndar bûne. Di heman heyamê de, cenazeyên 808 kesan ji bin xirbeyan hatin derxistin.

Hêna jî di bin kavilan û li ser rêyan de şehîd hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

113 kesî ameyî guretene
Jinikê jiyana xwe ji dest da
Nimêja girtina rojê çi ye û çawa tê kirin
Kesek bi giranî birîndar bû
Li Amedê qeza; 1 birîndar