Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê derbarê rewşa dawî ya li Xezzeyê de, ku îşxalkerên siyonîst tevî peymana agirbestê jî sivîlan hedef digirin, daxuyaniyek weşand.
Wezaretê ragihand ku di êrîşên artêşa îşxalker ên di 24 saetên dawî de, ku agirbest îxlal kirine, sê kes şehîd bûne û 18 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku du sivîl ji ber birînên ku di êrîşên berê de wergirtibûn canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)