Hejmarê hecîyên ku canê xwe ji dest dane 1300î derbas kir

Li Erebistana Siûdî hejmarê hecîyên ku ji bo îbadeta hecê çûbûn û li wê derê canê xwe ji dest dane 1300î derbas kir.

Wezareta Tenduristî ya Erebistana Siûdî, diyar kir ku di dema hecê de hejmarê hecîyên ku canê xwe ji dest dane 1300î derbas kirîye.

Hatibû diyarkirin ku zêderitî mirîyan welatîyên Misirê ne.

Hat destnîşankirin ku ji mirîyan tenê 31 kes ji teref Erebistana Siûdî ve vîzeya hecê ji wan re hatine dayîn û canê xwe ji dest dane, yên dinê jî bi fermî qeydên xwe yên ji bo hecê nekirine ne.

Li gorî çavkanîyên herêmê van hecîyan ji ber ku ne fermî bûne di tesîsên klîmayî de nemane û ji ber tirsa ew ê bêne qefaltin di bin tavê de mane ne.

Hecîyên ku wefat kirine ji ber nexweşîn, rehtbûn û germê wefat kirine. Piranîya mirîyan jî îxtîyar bûne.

Hat ragihandin hêj 25 jê welatîyên Misirê 100 kes jî winda ne.

Berê jî hatibû diyarkirin ku 800 kes winda ne lê dûra ew bi xizmên xwe re ketine nav têkilîyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê