Henîyye: Ji encamên şehadeta Arurî rejîma sîyonîst mesul e

Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, ji encamên şehîdbûna Salîh El Arurî, rejîma îşxalker a sîyonîs mesul girt.

Henîyye, di axavtina xwe ya li Aksa TV de, destnîşan kir ku di êrîşê de Alîkarê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Salîh El Arurî û 5 hevalên wî şehîd ketin, 11 kes jî birîndar bûn.

Henîyye derheqê suîqestê de îfade kir ku bi tevî El Arurî ji fermandarên Qessam Samir Fendi, Azzam El Akra, Mahmud Zeki Şahin, Muhammed Beşaşe, Muhammed er-Reis û Ahmed Hammud şehîd ketine.

Henîyye weha got, “Şehîdbûna Arurî a li ser axên Libnanê çalakîyekî terorê ye û îxlalkirina serxwebûnîya Libnanê ye. Daîreya êrîşê a li dijî xelkê me û axên me tê berfirehkirin.”

Henîyye, “Mesulîyeta encamên şehîdbûna Arurî û serokên HAMASê aîdê sîyonîstê îşxalkeran e. Ew ê ti dem îstîqrarî û berxwedana xelkê me nikaribin bişkînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir