Hereketa Ensarûllaha Yemenê: Tolhildana me wê ji bo îsraîlê surprîz be

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku hazirîyên tolhildana êrîşa ku rejîma siyonîst di meha Tîrmehê de li Bendera Hudeydeyê li rojavaya vî welatî pêk anîbû dewam dike û ev dem ji bo rêveberiya Telavîvê wê bibe surprîz.

Ebdulmelik El-Hûsîyê rêberê tevgera Ensarullahê di daxuyaniya xwe ya derbarê tolhildana li dijî Rejîma Siyonîst de got: “Amadekariyên ji bo bersivdana îsraîlê berdewam in û dem wê ji bo dijmin (îsraîl) bibe surprîz.”

El-Hûsî diyar kir ku her çend ew girîngiyê didin bersivdayînê, lê ew hewl didin ku performansa xwe ya operasyonê zêdetir bikin.

Derbarê êrîşên wan ên li Deryaya Sor de, El-Hûsî diyar kir ku wan di vê hefteyê de êrîşên bi kalîte pêk anîn, di nav de keştiya Yunanî MV Sounion, û got: "Ji ber kêmbûna hejmara keştiyên girêdayî dijminan, em kêm caran li Deryaya Sor keştiyan dineçirînin."

Ensarullaha Yemenê di 19ê Tîrmehê de bi balafireke bêmirov (ÎHA) êrîşî Telavîvê kiribû û Telavîv wek "herêma ne ewle" îlan kiribû.

Li ser vê yekê rejîma siyonîst roja 20ê Tîrmehê êrişeke esmanî birin ser bendera Hudeydeyê li peravên Behra Sor ya Yemenê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê