Hereketa Ensarullahê: Me balafireke bêpîlot a bi tîpa MQ-9 a Emerîkayê xist xwarê

Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan balafireke din a bêpîlot a artêşa Emerîkayê ya îşxalker ku di 10 rojên dawî de sêyem balafira bêmirov e xistiye xwarê.

Hereketa Ensarullah ragihand ku wan balafireke bêmirov a ji cureya MQ-9 (BB) ya artêşa Emerîkayê xistiye xwarê.

Berdevkê leşkerî yê Hereketa Ensarullahê Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da diyar kir ku êrîşên Emerîkayê yên li ser Yemenê dewam dikin û di êrîşên dawîn da jî sivîl dibin hedef.

Serî got, "Emerîka her tim Yemenê hedef digire û li hemberî gelê me qetlîamên giran pêk tîne. Di 10 rojên dawî de ev cara sêyemîn e ku MQ-9 bêmirov xistiye xwarê."

Berdevkê Serî diyar kir ku ji destpêka êrîşan heta niha bi tevahî 18 balafirên bêpîlot ên cureya MQ-9 xistine xwarê.

Herwiha Hereketa Ensarullahê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya Amerîkayê li bajarê Hudeydeyê li rojavayê Yemenê 6 sivîl şehîd bûne û 16 kes jî birîndar bûne.

Hereketa Ensarullaha ku êrîşên xwe yên li dijî dagirkeran ji bo piştgiriya Xezzeyê didomîne, diyar kir ku heta êrîşên sîyonîstên îşxalker rawestin ew ê van operasyonan bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê