“Heta ku Yûsifî azad nebin edalet tecellî nake”

Zekerîya Yapiciogluyê ku di kongreya partîya xwe de axivî derbarê Yûsifîyên ku hêj di girtîgehan de tên girtin de destnîşan kir heta ku Yûsifî azad nebin edalet tecellî nake.”

Li Diyarbekirê 2yemîn Kongreya Asayî ya Teşkîlata Bajarê Diyarbekir ê  HUDA PARê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku beşdarî kongrê bû derbarê mijarê di rojevê de nirxandinên balkêş kir.

 “Ev ji sed salî zêdetir e ku li vê erdnigarîyê zilm tê kirin”

Yapicioglu di destpêk axavtina xwe de balan kişand li ser wan geşedanîyên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de rû dane û wiha axivî: “ Di wê pêvajoyê de fermana Mislimanan hat rakirin. Di wê pêvajoyê de li hinek derên ku ji ber çavan dûr bûn hinek tişt diqewimîn; qîzên me ji ber hîcabên xwe ji mektebê dihatin dûrxistin, dawî li memûrîyeta kesên dîndar dihat anîn, kesên ku gustîla zîv dixistin tilîyên xwe ji artêşê dihatin avêtin. Li wan salonên bi birîfînga sererkanîyê hakimên paye bilind ji leşkerên paye bilind talîmat distandin. Ew hakimên ku ji sererkanîyê talîmat distandin li hember camîayên Îslamî dest bi terora darazê kirin. Em şahidên wan rojan in û em van tiştan dizanin. Xebera mirinê ya ji hakimên wê rojê di malperan de hat weşandin. Ew serokê mehkemê çû wê dîwana mezin a ku lê torpîl nayê kirin, tu fêda rutbeyan lê nîne, lê şahidên derewîn nayên qebûlkirin û lê uzvên însan bi xwe şahîdîyê dike. Ew ê hemû kes hisaba tiştên ku kiriye dê bide. Serokkomar Erdogan wê rojê tiştek got ‘însan edaletê dixwazin. Ger însan di dema xwestina edaletê de bi qêrînin wê demê tê fêmkirin ku mişkîle heye.’Problem ne ya îro ye, problem di wan rojên ku serokwezîrê wê heyamê  ji ber axavtineke xwe ya li Bingolê kiribû dihat darizandin nîn bû. Problemê ji vê wextê jî kevintir e.”

“Ev zêdetirî sed salî ye ku li ser vê erdnigarîyê zilm tê kirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilm ji mêj ve li ser vê erdinagîyê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev zêdetirî sed salî ye ku li ser vê erdnigarîyê zilm tê kirin. Însan diqêrînin. Ew însanên ku di bin zilmê de dinalin diqêrînin. Qêrîn digihijin erşê.  Wê demê daraza FETO hebû wî jî wek wê daraza bi birîfîn a 28ê Sibatê ji derinan emir distand. Exlebeyê wan li hember hakimên din hisabê didin. Exlebeyê wan jî îro di girtîgehan de ne. Lê belê ew  Yûsifîyên ku bi destê van hakimên ku îro di hepsê de ne hatine avêtin hepsê jî hêj tên mexdûrkirin û di girtîgehan de tên girtin. Heta ku Yûsifî azad nebin edalet tecellî nake, heta ku çavên dayikan li rêyên Yûsîfîyan be edalet tecellî nake. Dê û bavên ku ji lawên xwe re hesret mane, pîrekên ku ji zilamê xwe û zarokên ku ji bavên xwe dûr ketine…Nasnameya hinekan dizîn, heqê beşdarbûna merasîma cinazê dizîn. Ev zilm hêj berdewam dikin. Xelk diqêre, lê tu kes van qêrînan nabihîze. Em ê vê qêrîna xelkê ya ku zilm lê tê kirin bigihijînin çar alîyê welêt. Hetanî kengî, heta ku heq cihê xwe bibîne.”

ÎLKHA






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin